Ebadî: Pêşmerge dê beşdarî operasyona Hewîceyê bibe
Heyder Ebadî piştî civîna Encumena Wezîran bersiv da pirsên peyamnêrê Rûdawê.
Li ser pirsa “Gelo operasyona Hewîceyê dê çi wext dest pê bike?” Ebadî wiha bersiv da:
“Di demeke nêzîk de operasyon dê dest pê bike. Hêzên Pêşmerge, leşkerên Iraqê, Polîsê Federal ê Iraqê û Heşda Şeibî dê beşdarî operasyonê bibin.”
Herwiha Ebadî got: “Planên pêwîst ên operasyona rizgarkirina Hewîceyê hatine kirin. Hêzên hevpeymanî jî li ser kontrolkirina Hewîceyê dê alîkariya me bikin.”
Weke din Serokwezîrê Iraqê diyar kir, ku hikûmetê di hefteya dahatû de heqê cotkaran bide û aşkere kir, ji ber têkoşîna li dijî gendeliyê, hatiniyên Iraqê yên ji deriyên gumrukê zêde bûne û herwiha tekez kir, ku hikûmetê ji bo ewlehiya rêyan, xebatên xwe didomîne.
Herwiha Ebadî amaje bi yekê kir, ku hikûmetê li ser avakirina deverên rizgarkirî bi awayekî cidî berdewam e.
Navçeya Hewîceyê 55 kîlometre li başûrê Kerkûkê ye û ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de ye.
Wisa hatibû plankirin ku operasyona Hewîceyê, beriya rizgarkirina Mûsilê dest pê bike.
Rudaw
