PYD banga partiyên siyasî dike: “Em dikarin lihev bikin”
Sîhanok Dîbo ji K24ê re got: “Biryara PYDê ya ku di kongreya 6emîn de hatiye standin ew e ku hevrêzî di helwesta siyasî çê bibe. Gava herî girîng ku bê avêtin jî ew e ku hemû hêzên siyasî yên tevlî Rêveberiya Xweser bûne û yên li derveyî wê jî li gorî destkeftiyên ku bidest ketine û li gorî asta wê ya leşkerî û dîplomasî pêwîst e hevdîtineke bilez li Qamişlo, Efrîn û Kobanê çê bibe.”
Dîbo got jî: “Pêwîst e hêzên siyasî platformeke Kurdî çê bikin û li gorî wî jî û li ser bingeha destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin helwest were nîşankirin. Şoreşa ku heta niha 6 hezar şehîd daye, divê li gorî wê gaveke pratîkî wer avêtin.”
Dîbo got: “Em wek Kurdên Rojavayê Kurdistanê em dikarin lihev bikin, heger niyaz û viyan hebe, heger ev armanc zelal be, em di wê baweriyê de ne ku em dikarin lihev bikin.”
K24
