• Saturday, 21 February 2026
logo

Welîd Muellîm: PYDê bergirîyê ji yekparçeyîya axa Sûrîyê dike

Welîd Muellîm: PYDê bergirîyê ji yekparçeyîya  axa Sûrîyê dike
Wezîrê derve yê rejîma Sûrîyê ragîhand; şerê PKKê li rojavayê Kurdistanê hemberî Daişê karekî qanûnîye, ji berku PKKê bergirîyê ji yekparçeyîya axa Sûrîyê dike.

Welîd Muellîm li dor hêzên PYDê li rojavayê Kurdistanê di prês konferansekê da ragîhand; heta niha welatîyên wan yên Kurd li Sûrîyê, şerê Daişê dikin, ew jî karekî qanûnîye û di çarçoveyê parastina yekîtî û serwerîya axa Sûrîyê daye.

Meha borî şervanên PYDê devereka berfireh ji deşta Minbcê radestî hêzên rejîmê kiribû, hêzên rejîmê jî alayê Sûrîyê li ser bingehê serbazîyê Efrînê bilind kirîye, ew yek jî di wî demî daye ku PKKê bilind kirina alayê Kurdistanê li wan deveran qedexe kirîye.

War.tv
Top