• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge bersiva gefên PKKê da

Wezareta Pêşmerge bersiva gefên PKKê da
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bersiva gef û tehdîdên PKKê yên li ser Herêma Kurdistanê da.

Berpirsê navenda enformasiyon û rewşenbîriyê ya Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet li ser gef û gotinên endamê rêveberiya PKKê Riza Altûn li ser Herêma Kurdistanê ji televîzyona K24 re axivî û got, bila PKK bizane ku gelek kart di destê Herêma Kurdistanê de hene ku heta niha bikar neaniye.

Helgord Hîkmet her wiha got, em hêvîdar in ku gotinên Riza Altûn tenê nêrîna wî be û helwesta PKKê nebe. Eger wisa nebe wê çaxê Herêma Kurdistanê dê bersiv bide.

Riza Altûn beriya niha ji malpereka PKK re gotibû ku dê Herêma Kurdistanê bikin meydana şer û êrişî hêz û dezgehên Tirkiyê yên li wir bikin.

Basnews
Top