Macron bû serokê nû yê Fransa
Îro yekşembî 7ê gulana 2017ê, gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê birêveçû. Di gera duye a hilbijartinê de, Marine Le Pen û Emmanuel Macron weke du kandîdê serkevtî di qonaxa yekam a hilbijartinê de, rikeberî bi hev re dikirin.
Sindoqên dengdanê li seranserî Fransayê bo dema 12 saetan vekirî bûn, daku welatiyên fransî bikarin dengê xwe bi kar bihînin û serokek nû ji wî welatî re hilbijêrin.
Piştî ku êvariya îro proseya dengdanê bi dawî hat, cudakirin u hejmartina dengan dest pê kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, namzedê serbixwe Emmaneul Macron karî zêdetirîn dengê xelkê Fransayê bi dest bihîne û namzeda tundrew, Marine Le Pen şikest bide.
Encamên destpêkê yên hilbijartina Fransayê nîşan didin, k Macron % 65.9ê dengê xelkê Fransayê bi dest bixe û Marine Le Pen jî kariye % 34.1ê dengan misoger bike.
Rêjeya beşdariya di hilbijartina serokatiya Fransayê de jî, ji sedî 74 hat ragihandin, ku ji rêjeya gera yekem a hilbijartinê kêmtir e.
Piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartina serokatiya Fransayê, Marin Le Pen her zû îtîraf bi şikesta xwe kir û pîrozbayî li rikeberê xwe, Emmanuel Macron kir.
Len Pen herwiha diyar kir, ku weke karê wê ya paşerokê, ew dê dijbereyeke bihêz li Fransayê pêk bîne.
Li ser asta navdewletî jî, çendîn serok û serokwezîr û berpirsên pilebilind ên welatan, di nava wan de Serokê Amerîkayê Donadl Trump, Serokwezîra Brîtanya Theresa May, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi û Serokê Parlamentoya Ewropayê Donald Tusk pîrozbayî li Macron kirin.
Macron dê bo dema 5 salan serokomarê Fransayê be. Macron 25mîn serokê Fransayê ye û di nava serokên wî welatî de, lawtirîn serok e ku temenê wî tenê 39 sal e.
Rudaw
