Ebadî fermana lêkolînê ji bo terorkirina endameke PDKê da!
Berpirsê leqê 3 yê PDKê Mihemed Xurşîd ji malpera fermi ya PDKê re ragehand, bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve lijneyek bi serpereştiya birîkarê wezareta navxwe ya Iraqê de pêkhatiye û serdana Kerkûkê kiriye.
Lijne lêkolînê dê li ser teror kirina cîgirê serokê şîrketa gaza bakûr û endamê PDKê li Kerkûkê Mihemed Yunis pêkbîne û Mihemed Xurşîd jî amadebûna partiya xwe nîşanda ku hemahengiyê li gel lijneyê bike û ragehand: ‘’Ev yek bêhtir erkê saziyên ewlehiyê ye.’’
Li gor Mihemed Xurşîd kuştina Mihemed Yunis ‘’Kiryareke terorîstî yê di berxwe de nîne’’ û li gor zanyariyên wan ‘’Plan ji bo şehîd kirina wî hatiye danîn, hin belge jî di destê me de hene ku radestî lijneya lêkolînê hatine kirin û em li benda encamê dikin bo aşkera kirin û girtina tewanbaran.’’
Basnews
