• Saturday, 21 February 2026
logo

Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li Kerkûkê têk şikandin

Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li Kerkûkê têk şikandin
Peymanêrê K24ê ragihand, îro danê sibê DAIŞê di riya 5 çekdarên xwekuj de êrîşî ser eniyên Pêşmerge li bakurê rojavayê Kerkûkê kirin. Hêzên Pêşmerge êrîşa DAIŞê têk şikand.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Dilo li ser zarê fermandarên Pêşmerge ragihand, ku 5 xwekujên DAIŞê cilûbergên Pêşmerge lixwe kiribûn û riyên xwe jî kur kiribûn, êrîşî serbazgeha Kîwan ya li başûrê rojavayê Kerkûkê kirin, lê Pêşmerge bi wan agahdar bûn û 3 çekdar kuştin û 2 çekdaran jî xwe teqandin.

Peyamnêrê K24ê ragihand jî, di encama wê êrîşê de 2 Pêşmerge şehîd bûn û 6 Pêşmerge jî birîndar bûn.

K24
Top