PKK ala xwe di nav bajarê Kerkûkê de bilind dike
Bi rêya tora civakî ya Fanêkî ve çend wêne ji BasNewsê re hatine rêkirin û di wan wêneyan de amaje bi vê yekê hatiye kirin ku, PKK ala xwe li çar rêya Îxwan a bajarê Kerkûkê ve daliqandiye.
Vê derbarê de rêveberê binkeya polîs a Rehîmava Eqîd Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çend roje PKKê li sînorê parêzgeha Kerkûkê dest bi çalakiyan kiriye û yek ji çalakiya wan jî bilind kirina hin al e li çar rêya Îxwanê ya di nav bajarê Kerkûkê de.’’
Herwaha got: ‘’Guh nadin ti daxwazeke saziyên ewlehiyê û dixwazin li çend cîheke din ala xwe bilind bikin û naha jî ew al li çar rêya Îxwanê heye.’’
Herwaha wî berpirsî daxwaz ji PKKê û hemû aliyên siyasî kir, girêdayî rênmayiyên saziyên fermî li Kerkûkê tevbigerin.
Basnews
