• Saturday, 21 February 2026
logo

Îran careke din dijatiya xwe li gel serxwebûna Kurdistanê ragehand

Îran careke din dijatiya xwe li gel serxwebûna Kurdistanê ragehand
Piştî ku gotûbêjê wezareta derve ya Îranê bi fermi li dijî referandoma başûrê Kurdistanê û serxwebûna xwe ragehand, vê carê jî şêwirmendê bilind ê Xaminey dijatiya xwe di vê derbarê de ragehand.

Şêwirmendê bilind ê Xamineyî yê karûbarê navnetewî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a berjewendiyên Îranê Elî Ekber Welayetî ragehand: ‘’Îran dikare pêşîgirtina lewazî û dabeşbûna welatên navçeyê û di aştî û seqamgiriyê de rolên giring bigre serxwe.’’

Elî Ekber Welayetî got: ‘’Îran berevaniyê li Sûriyê û Iraqê û li serweriya wan dike û herwaha berevaniya li wan welatan berevaniya xwe dizane, ji ber divê Îran pêşî li dabeşbûna wan welatan bigre û ev yek bo seqamgiriya navçeyê giringe.’’

Berî naha jî gotûbêjê wezareta derve Behram Qasimî ragehandibû: ‘’Em dijî rapirsî û serxwebûna Kurdistanê ne û piştevaniyê li yekparçebûna Iraqê dikin.’’

Basnews
Top