PYDê plana "herêmên hêmin" li Sûriyê red kir
Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îbrahîm Îbrahîm di daxuyaniyeke li gel ajansa Reutersê, helwesta partiya xwe derbarê plana Rûsya bo pêkanîna herêmên hêmin li Sûriyê aşkere kir.
Îbrahîm Îbrahîm ragihand, PYD plana Rûsya ya ji bo avakirina deverên hêmin li nav xaka Sûriyê red dike û tekez kir, ku ew yek planeke ji bo dabeşkirina Sûriyê li ser Bingeha tayifî
Berdevkê PYDê herwiha da xuyakirin, dabeşkirina Sûriyê tawan e.
Îbrahîm Îbrahîmherwiha ragihandiye: "Pêşniyara Rûsyayê dibe sedea gefan bo ser wan deverên ku li Bakurê Sûriyê di bin kontrola hêzên kurdî de ne."
Mebesta Îbrahîm deverên Rojavayê Kurdistanê ye, ku ji sala 2012ê ve dema ku hêzên hikûmeta Sûriyê ji deverê vekişiyan, kontrola wan cihan kete destê hêzên ser bi PYDê ve.
Berdevkê PYDê da xuyakirin, ku ew planên dewletên beşdar di plana avakirina herêman hêmin de, dê têk biçe û (ev yek) dimijahiya li ser deverên Rêveberiya Xweser e.
Ew yek di demekê de ye, ku hikûmeta Sûriyê jî plana avakirina herêman hêmin li nav axa wî welatî pesend kir, lê li gel wê çendê tekez kir, ku ew dê li ser şerê komên ku bi terorîstî bi nav kir, berdewam bin.
Herwiha komên çekdar ên Dijbereya Sûriyê rêkevtina her dê deweltên Rûsya, Tirkiye û Îranê bo çêkirina herêman hêmin red kir û da xuyakirin: Ew îtîrafê bi ti planeke ji bo agirbestê nakin ku Îran garantorê wê be.
Di çarçoveya gera çarem a hevdîtinên Astanayê de, her sê welatên garantor yanî Rûsya, Tirkiye û Îran li ser avakirina herêman hêmin li nav xaka Sûriyê li hev kirin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî piştre beşek ji naveroka wê rêkevtinnameyê aşkere kir.
Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, Alexander Fomen ragihand: Ev rêkevtin, berhema gera çarem a civîna Astanayê ya derbarê rewşa Sûriyê de ye.
Wî berpirsê rûs herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku rêkevtin dê roja şembiyê 6ê Gulana 2017ê ji saet 00:00 ve dest pê bike û tekez kir, ku hemû biryarên têkildarî avakirina herêman hêmin li Sûriyê, bi biryara Vladimir Putin hatine dayîn.
Rudaw
