Amerîka çek û teqemenî ji PYDê re şand
Komîteyeka hemahengîya navxwe ya Sûrîyê ragîhand; çil û heşt trumbêlên serbazî û dused û pêncî serbazên Amerîka, gihiştine devera Malikîyê ya li bin kontrola PYDê li rojavayê Kurdistanê.
Aşkere jî kir; ew karwana serbazî ji xala sînorî ya Sêmalka di navbera herêmê û rojavayê Kurdistanê da, derbaz bûye û gihiştîne devera Malikîyê li rojhilatê pajarê Hesekê.
Piştî êrîşa Tirkîyê li ser Qereçoxê, Amerîka bîst û du barhilgirên çek û teqemenî û kelupelên serbazî, bo şervanên PYDê hinartine.
Li meha borî jî, Amerîka hindek çek û teqemenî û kelupelên serbazî ji bo PYDê hinarti bûn, piştî êrîşa Tirkîyê jî, Amerîka piştevanîya xwe ji bo PYDê zêde kirîye.
War.tv
