Bombe teqiya: Fermandarê peşmerge şehîd bû
Berpirsê Îstîxbarata Lîwaya 5 a Wezareta Pêşmerge, Eqîd Kawa Xerîb ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibê 05-05-2017, dema tîmeke pêşmergeyan ji Çemê Zerge vedigeriya, li ser rêya sereke bombeyek vedayî bi otomobîla wan ve teqiya.”
Kawa Xerîb got: “Di encama vê teqînê de neqîbê Lîwaya 5 ê bi navê Cemal Fetah Kerîm, ku xelkê navçeya Seyîd Sadiqa Silêmaniyê ye, şehîd bû, emîd Kawa Tofîq Heme Salih û pasewanekî wî jî birîndar bûn.”
Berpirsê Îstîxbarata Lîwaya 5 a Wezareta Pêşmerge herwiha da zanîn, ku gelek caran li ser heman rêyê teqîn çêbûne.
Ji aliyê din ve, Berpirsê Bazineya Hemrînê yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê Mele Kerîm Şukur, derbarê rewşa birîndaran de ji Rûdawê re got; “Spas ji bo Xwedê rewşa tendurustiya emîd Kawa Tofîq Heme Salih baş e û niha li Nexweşxaneya Kerkûkê di bin kontrola pizîşkan de ye.”
Şehîd Neqîb Cemal Fetah li Lîwaya 5 a Wezareta Pêşmerge, berpirsê lojîstîkê bûye.
Rudaw
