• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK guhartina di serokatiya herêmê de bi pêwîstî dizane

PDK guhartina di serokatiya herêmê de bi pêwîstî dizane
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed radgihîne, PDK guhartina di serokatiya Herêma Kurdistanê de bi pêwîstî dizane.

Endamê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihand û got: “PDK bi pêwîstî dizane, ku guhartin di serokatiya Herêma Kurdistanê de bê kirin.”

Mehmûd Mihemed got jî: “Bi riya guftûgoya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, ew guhatin tên kirin.”

Derbarê wergirtina posta serokatiya palementoyê ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, Berdevkê PDKê amaje bi wê kir, heta niha nehatiye diyarkirin ku serokatiya parlementoyê vegere ji kîjan aliyê re.

K24
Top