• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Amerîka peyama hevkariya bi YPGê re

Ji Amerîka peyama hevkariya bi YPGê re
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian got, ew dê li ser rêkeftina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re kirine berdewam bin.

Berdevkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian ji Bexdayê bi weşana zindî li Pentagonê pirsên rojnamevanan ên der barê operasyona Reqayê da bersivand.

Pirsa “Tirkiyê dê dîsa êrişê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike?” John Dorrian wiha bersivand:

“Di vê mijarê de divê ev yek baş bê zanîn. Bi Tirkiyê re peywendiyên me yên dûr û dirêj hene û ew hevalbendeke girîng a NATOyê ye. Li Bakurê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de bandora wê gelek heye. Di têkoşîna dijî DAIŞê de piştevaniya Tirkiye ya ku hevkarê me yê NATOyê ye, pir biqîmet e.

Heger em behsa PKKyê bikin, ew perçeyekî Hêzên Demokratîk a Sûriyê û Koalîsyona Ereban a Sûriyê ye. Hevpeymaniya erebên sûriyê jî beşek ji HSDê ye. Wan bajarê Reqayê dorpêç kirine. Zêdetirî 800 hezar kilometreyan ji destê DAIŞê de deranîn. Rêkeftina me ya bi HSDê re dê berdewam be. HSD hezeke pêbawer e, û li dijî DAIŞê jî bi xwedî bandor e.”

Piştî axftina Dorrîan qediya heman rojnamevanê pirsî got: "Bawer im we got PKK perçeyekî Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ye. Ji bo piştrast bikim dipirsim?" Dorrian li ser vê yekê jî wiha got: “YPG beşek ji HSDê ye.”

Ji hêla din Albay Dorrian diyar kir ku ew bawer dikin li herêma Reqayê qedera 3-4 hezar çekdarên DAIŞê hene û ji ber hindê karê ku dê were kirin, zehf e.

Rewşa Reqayê

Der heqê pirsa gelo Reqa piştî hat rizgarkirin ka dê bi destê kê û çawa were birêvabirin de Dorrian destnîşan kir ku bi navê Konseya Reqayê pêkhateyek li ber avabûnê ye û herwiha ev konsey wê bajêr bi rê va bibe. Ji bo pirsa der heqê peywendiya PYD û Konseyê da jî Dorrian got ku haya wî jê tune ka di konseyê e kê xwedan çiqas hêzê ye.

Hêza Amerîkayê ya ligel YPGê

Dorrian wiha bersiv da pirsa zirxpoşên Amerîkayê yên ku li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê digel şervanên YOGê dewriye gerandin:

"Li bakurê Sûriyeyê hin yekîneyên me hene. Li wir em hin peywirên dewriyeyê îcra dikin. Armanca vê yekê, çavdêrî û raporkirina bûyerên ewlekariyê ne. Herwiha ev yek nîşan dide ku ewlekariya hevkarê me Tirkiye û ya hêzên ku em pê re hevkariyê dikin, ji bo me gelekî girîng e û li ser soza xwe ne."

Rudaw
Top