• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Putîn avakirina dewleteka Kurdî li Sûriyê erenî nabîne

Erdogan: Putîn avakirina dewleteka Kurdî li Sûriyê erenî nabîne
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihad: Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn avakirina dewleteka Kurdî li Suriyê erenî nabîne.

Erdogan piştî serdana xwe ya ji Rûsyayê di firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ku, wî di hevdîtina xwe ya digel Putîn wêneyên leşkerên Rûsyayê û endamên YPGê yên bi hev re hatine girtin nîşanî Serokê Rusyayê daye. Putîn jî gotiye leşkerên wan karekî wiha nakin û ew ê li ser wan wêneyan lêkolîn bike.

Li gor Erdogan Putîn avakirina dewleteka Kurdî ya li Sûriyê erenî nabîne. Li Îdlîb û 5 deverên dî herêmên bêşer tê pêşniyarkirin. Ger ev pêşniyar ser bikeve dê ji sedî 50î pirsa Sûriyê were çareserkirin.

Erdogan roja 2 Gulanê li bajarê Soçî yê Rûsî ligel Vladîmîr Putîn civiya bû û krîza Sûriyê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de babetên civînê bûn.



K24
Top