Hin parlamenterên Iraqê helmetek dijî referandomê destpê kirine
Serokê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Erefat Kerem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Du roje helmetek bihêz û berfireh li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê destpê kiriye, ev helmete beşek ji parlamenterên Iraqê yên lîsteyên cuda û bi taybet jî gruba Nûrî Malikî pêktîne û dixwazin karta xwe li hember Kurdistanê biceribînin, wek çawa qutkirina erzaq û qutê xelkê Kurdistanê birîn û ew kirin karteke siyasî, mixabin hin gotinan jî dikin bahane ku xwedê girawî hin parlamenteran jî gotiye gelê Kurdistanê li gel referandomê nine, lê em dizanin hemû alî pirsa referandomê ji aliyê rêveberiya siyasî ya Kurdistanê ve biryar li ser hatiye dayîn û jê paşde gav avêtin jî nabe.’’
Herwaha got: ‘’Ev helmete bo wê ye ku xelkê herêma Kurdistanê tehrîq bikin, ku guwaşê li ser rêveberiya siyasî ya Kurdistanê pêkbînin û vegerin Bexdayê.’’
Erefat Kerem got: ‘’Beşek ji wan parlamenteran her ew bûn ku berê deng liser leşker dabûn ku artêşa Iraqê biçe herêma Kurdistanê, herwaha deng li dijî Pêşmerge û vekêşîna ji navçeyên nakok dabûn, ew bûn deng dabûn ku bawerî ji wezîrên Kurd bê vergirtin.’’
Basnews
