• Saturday, 21 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên êrîşa DAIŞê li ser qampa Ricim Sileybî bûn 45 kes

Hejmara kuştiyên êrîşa DAIŞê li ser qampa Ricim Sileybî bûn 45 kes
Hejmara kuştiyên DAIŞê li qampa Ricim Sileybî ya devera Holê li başûrê Hesekê bûnene 45 kesan û nêzî 100 birîndaran.

Îro roja Sêşemê 2.05.2017 çekdarên DAIŞê êrîşî qampa Ricim Sileybî ya devera Holê li başûrê Hesekê li Sûriyê kirin.

Derbarê wê êrîşê Serokê Lîcneya Mafê Mirovan Ebdulrehîm El-Şûmerî di daxuyaniyekê de ragehand ku, di wê êrîşê de dehan kes hatin kuştin û zêdeyî 100 kesên din birîndarbûn piraniya wan jin û zarokbûn, herwiha El-Şûmerî daxwaz ji Hikumeta Iraqê kirk u, helwestekê wê derbarê parastina welatiyên sivîl hebe di heman demê daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir ku, biryarekê pistîne li gor wê hemû welatiya li ser sînor asê mene derbasî nav xaka Iraqê bike.

Li gorî Heyva Sor a Kurd jî ragihandiye, birîndarên qampê ku piraniya wan ji penaberên Mûsil û koçberên Dêrazorê ne bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatine veguhestin û birînên çend kesan jî giran in.

Basnews
Top