• Saturday, 21 February 2026
logo

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê stratejiya rûbrûbûna gendeliyê pesend kir

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê stratejiya rûbrûbûna gendeliyê pesend kir
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya asayî de bi serokatiya Serokê Hikumetê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Hikumetê Qubad Talebanî stratejiya rûbrûbûna gendeliyê pesend kir.

Stratejî ji aliyê lîcneyeke wezarî ve hate amadekirin û weke projeyeke hevbeş li sera sat Parlamentoya Kurdistanê, Encûmena Dedwerî Dozgeriya Giştî, desteya Nezahetê, dîwana çavdêriya darayî û Encûmena Wezîran bi şêwermedî ligel rêxistinên civaka sivîl û bi serperiştiya rêxistina Westminster a Brîtanî bo Demokrasiyê ku, rêxistineke navnetewî ye û karê tûnebûna gendeliyê li cîhanê dike.

Proje li ser çar astan rûbrûbûna gendeliyê dike li gor sepandina yasa, têgihştin û perwerde, herwiha hemahingî di navbera aliyên pêwendîdar de di nav de jî rêxistinên civaka sivîl rê li pêş gendeliyê digre.Proje wê pênc salan dirêjbike.

Ji destpêka kirîza darayî û aborî li Herêma Kurdistanê berî du salan Hikumeta Herêma Kurdistanê biryar da ku, çaksaziyên idarî û darayî weke beşek ji pilaneke giştî bo çareserkirina kirîzê re bike.

Basnews
Top