Parêzgarê Silêmanî dest ji kar berda
Parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadîr di civîneke çapeniyê de ragihand ku wî dest ji karê xwe vekişand û got ew dê sibe nameya dest jikarvekişandina xwe bişîne Encûmena Wezîran.
Serdar Qadîr amaje pê wê yekê kir ku rewşa siyasî û nebûna bûdçeya pêwîst bûye sedem ku ew nikare xizmeta xelkê bike lewma wî dest ji karê xwe berdaye.
Qadir anî zioman desthilatdariyê beşek pir kêm dahata parêzgehê xistine ber destî wî û nikare bi wê ve jî projeyên xizmetguzariyê yên bajêr pêk bîne.
Parêzgarê Silêmaniyê kui bi ser lîsteya Tevgera Goranê ve ye da zanîn ku ew dê sibe roja Çarşema 3yê Gulanê nameya îstiyafayê radestî Encûmena Wezîran bike.
Rudaw
