Daişê 14 çekdarên xwe li Hawêce bidar vekir
Saytê Sumerî News li ser navê jêderekî emnî yê parêzgeha Kerkûkê belav kir: rêxistina terorîstîya Daişê îro 14 çekdarên xwe bidarvekirin ku alîkarê walîyê Dîyale yê wê rêxistinê jî di nava wan dabû.
Da zanîn jî: dadwerê şerî yê Daişê li Hewêce biryara bidarvekirinê ji bo wan kesan derxist, ewên di şerên devera Mitêbîc revîyane û ew biryar hat bicîhanîn.
Wî jêderî aşkere jî kir: Ebu Bera cîgirê walîyê Daişê yê rêxistina Daişê di nava wan 14 kesan dabû yên hatine bidarve kirin.
War.tv
