Leşkerên Rûsya çûne ser sînorê Rojava-Tirkiyê
Li gor wêneyên ku di torên civakî yên li ser înternetê de hatine belavkirin, leşkerên Rûsya bi wesayitên xwe yên zirêpoş û otomobîlên leşkerî li ser sînorê Efrînê û Tirkiyê digerin.
Li gor hin malperên nîzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Rûsya hêzên xwe li gelek deverên sînorê Efrînê û Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê) belav kiriye.
Çavkaniyên nêzîkî HSDê û medyayên ser bi wê hêzê ve ragihandine, Rûsya jî wek Amerîkayê, li sînorê Efrînê dest bi tevgerên xwe yên leşkerî kiriye, da ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bo ser herêma Efrînê û navendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê bigire.
Bi gotina çavkaniyekî nêzîkî YPGê, hêzên Rûsya îro derbasî çend deverên Efrînê bûn û li gundê Kefer Cene ku dikeve navbera bajarên Ezaz û Efrînê, bicih bûn.
Herwiha wêneyên hêzên rûsî bi otomobîlên wan ên leşkerî di medyayên civakî de belav bûne, ku tê de xuya dibe, leşkerên Rûsya dest bi geşt û tevgerên leşkerî li sînorê Efrînê kirine.
Hin çavkanî didin xuyakirin, Artêşa Rûsya dixwaze bargeheke leşkerî li herêma Efrînê û li nîzîkî sînorê Tirkiyê ava bike.
Pêştir Amerîkayê piştî zêdebûna aloziyên navbera YPGê û Artêşa Tirkiyê û çêbûna şer û pevçûn di navbera wan de, hêzên xwe yên leşkerî bi hejmareke wesayitên zirhî li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê bi cih kiribû.
Hêzên Amerîkayê her ji sînorê Kobanî bigire heta sînorê Dêrikê li sêgoşeya navbera Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê hatine bicihkirin.
Bi gotina rayedarên amerîkî û herwiha berpirsên YPGê, ji Dêrikê heta Serêkaniyê, ji Serêkaniyê heta Girê Spî û ji Girê Spî heta Kobanê, leşkerên Amerîkayê hene û tevgerên leşkeriyên li ser sînor bi hûrî dişopînin.
Artêşa Tirkiyê roja 25ê Nîsanê Çiyayê Qereşoxê li Rojavayê Kurdistanê , ku navenda giştî ya YPGê li wê derê bû, bi giranî bombebaran kir, û di encamê de bi gotina Berdevkê YPGê, 20 şervanan jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.
Herwiha piştre Artêşa Tirkiyê bi top û hawinan êrişî navend û baregehên leşkerî yên YPGê li ser sînorê Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê kir.
Ji roja 26 Nîsanê ve jî, Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser binkên hêzên YPGê li Efrînê jî zêde kir. Berpisên YPGê û HSDê ragihandibûn, ku firokeyên şer û yên keşfê yên Artêşa Tirkiyê jî li ser herêman Efrîn û Şehbayê, ku dikeve navbera her du herêman Kobanê û Efrînê, digerin û metirsiya destpêkirina êrişê zêde bibû.
Rudaw
