Asayîşa Kerkûkê: Lêkolîn li ser teror kirina cîgirê rêveberê şîrketa gaza bakûr berdewam e
Piştî ku îro 02.05.2017ê li bajarê Kerkûkê nêzîk rawestgeha Yekê Xizîranê ya hêzên ewlehiyê, cîgirê rêveberê şîrketa gaza bakûr Mihemed Yunis li gel parêzvanê wî yê bi navê Şaho hatin teror kirin. berdevkê asayîşa Kerkûkê Ferhat Elî di civîneke çapemeniyê de ragehand, piştî ku Pêşmerge parastina sînorên Kerkûkê girtiye serxwe, li Kerkûkê aramiyek baş pêkhatiye.
Herwaha got, piştî vê êrîşa îro hate kirin li ser Mihemed Yunis û hate teror kirin, demildest hêzên ewlehiyê geheştine cîhê bûyerê û lêkolîn li ser bûyerê destpê kirine. Û got: ‘’Dema ku em geheştin encamekê, emê bo hemû raya giştî encaman ragehînin.’’
Li gor gotinên Ferhad Heme Elî ji ber Kerkûk li gel Hewîce hemsînore û naha jî DAIŞ li Hewîce ye, hebûna saziyên ewlehiyê yên zêde û hêzeke çekdarî ya zêde û hebûna milyonek koçberan li Kerkûkê, dibe sedem bo kiryarên terorîstî û bûyerên din.
Basnews
