• Saturday, 21 February 2026
logo

Barzanî: Divê Kurdistan ji bo kedkaran gavan bavêje

Barzanî: Divê Kurdistan ji bo kedkaran gavan bavêje
Barzanî ragihand, karker çîna kedkar û zehmetkêşên welat in û roleke wan a bi bandor di pêşketina aboriya civakê û dabînkirina bextewerî û xweşguzeraniya hemwelatiyan de heye û tekez kir, divê Kurdistanê ji bo baştirkirina rewşa karkeran û dabînkirina mafên wan de gavan bihavêje.

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek li ser hesaba xwe ya Facebookê belav kir.

Di destpêka peyama xwe de, Mesûd Barzanî ragihandiye: “Bi helkevta roja cîhanî ya karkeran û cejna karkeran germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû karkerên Kurdistanê û Sendîkaya Karkerên Kurdistanê û rêxistinên dakokîkarên mafên karkeran dikim.”

Mesûd Barzanî amaje bi rola giring a karkeran di civakê de kiriye û daye xuyakirin: “Karker çîna kedkar û zehmetkêşên welat in û roleke wan a bi bandor di pêşketina aboriya civakê û dabînkirina bextewerî û xweşguzeraniya hemwelatiyan de heye û destxweşiyê li erk û keda wan dikim.”

Barzanî amaje bi rêzgirtina mafê karkeran û başkirina rewşa jiyana wan dike û tekezî li ser wê yekê dike, ku divê Kurdistanê di vê rêyê de gavan bihavêje.

Barzanî wiha dibêje:

“Rêzgirtina mafên karkeran û baştirkirina rewşa jiyana wan û ber çav girtina dadperweriyê amaje ne ji bo geşbûna mirovî û aboriyê û pêwîst e Kurdistan di wê rêyê de pêngavan bavêje. Di vê helkevtê de, ez hêviya şadî û bexteweriyê ji bo karkerên azîz dixwazim.”

Rudaw
Top