Barzanî û Cumeylî têkeliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin
Cumeylî kêfxweşiya xwe li hember amadekirina konferensa geşepêdana Îraqê li bajarê Hewlêrê bi beşdariya nûnerên piraniya wîlayetên Îraqê, Bankaya Navdewletî, rêxistan UNDP û rêxistinên din yên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve nîşan de û di vê çarçoveyê de sipasiya hikûmet û wezareta pilandananê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Wezîrê pilandannê yê hikûmeta federala Îraqê berheviya xwe ji bo hevahengî û hevkariya bi Hewlêrê re û baştirkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û vegerandina budceya herêma Kurdistanê nîşan da. Di heman demê de wî, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê ji aliyê xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî, ji bona lidarxistina konferensa geşepêdana Îraqê li Hewlêr, sipasiya wezareta pildananê ya hikûmeta federala Îraqê kir, ji bona hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de jî, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên hilawîstiyên bi Bexdayê re bi rêya diyalog û danûstandinê çareser bike, di warê rûbirûbûn û binbirkirina terorê li deverê de, têkeliyên baş di navbera pêşmergeyê Kurdistanê û arteûa Îraqê de hene û hêvî xwest ku di warên din de jî ew têkelî û hevkaîr çê bibe.
Barzanî bi pêwîstî zanî ku ji bo qonaxa piştî DAÎŞê pilanake saxlem û gişrgîr di hemû waran de hebe daku bawerî ji bo pêkhateyên cudayêb Îraqê vegere.
