• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Alên Amerîka û YPGê em dilgiran kirin

Erdogan: Alên Amerîka û YPGê em dilgiran kirin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan cardin gef li YPGê xwar û ragihand, ku eger pêwîst bike, Tirkiye dê nîveşevekê dest bi operasyonê li dijî YPGê bike. Erdogan herwiha got: “Em bi dîtina Ala Amerîka li kêleka Ala YPGê dilgiran bûn.”

Serokomarê Tirkiyê roja yekşembiyê di çarçoveya geşteke fermî de serdana Hindistanê kir. Berî ku biçe Hindistanê, Erdogan li Firokexaneya Navdewletî ya Ataturk a Stenbolê daxuyaniyek da rojnamevanan.

Erdogan ragihand, ku demên êrîşên wan ên li ser YPGê ne diyar in û got, eger pêwîst bike ew dê nîveşevekê dest bi êrişê bikin.

Erdogan li hember bicihbûne hêzên Amerîkayê li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê jî bertek nîşan da û nerazîbûn û dilgiraniya xwe anî ziman.

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ew ji wê yekê dilgiran in ku hêzên Amerîkayê piştevaniyê li YPGê dikin û daxwaz ji rêveberiya Donald Trump kir ku, alîkariyên ku ji dema Obama ve ji bo YPG têne dayîn, werin rawestandin.

Erdogan got:

“Di vê karwana leşkerî de, alayên her du welatan, ez nabêjim welat, belku hildana ala rêxistineke terorîstî ya weke YPGê li kêleka ala Amerîkayê, di vê karwana serbazî de, bi şêweyeke ciddî em dilgiran kirine.

Qonaxek e di serdema rêveberiya birêz Obama de dest pê kiriye, niha jî hîj berdewam e. Pêwîst e xaleke dawiyê jê re were danîn. Eger na, dê hem alozî li deverê bi vî şêweyî berdewam dibin, hem jî bi xwe jî dê aciz bin. Em jî weke du welatên endamên ANTOyê û hevpeymanên stratejîk bi awayekê ciddî bi vê rewşê aciz dibin.

Li Qereçoxê çi qewimî, li Şingalê çi rû da, em neçar dibin ku berdewam bikin. Duh jî min amaje pê kir, ku min got, şevekê renge em ji nişka ve werin. Mebesta min ji vê gotinê ev e, ku bêguman piştî agahdarkirin û aşkerekirina dem, em êrişî ser hemû rêxistinên terorîstî nakin, lê belê bi agah dibin ku hêzên Artêşa Tirkiyê ji her demekê renge êrişî wan bikin. Li dêvla ku em di nava dilgiraniyê de bin, bila ew di nav tirsê de bijîn.”

Ev gotinên serokomarê Tirkiyê di demekê de ne, ku Amerîkayê hêzên xwe yên leşkerî li seranserê sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bicih kiriye û hewl dide pêşiyê li şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê û YPGê bigire.

Firokeyên Artêşa Tirkiyê roja 25ê Nîsanê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrik a Rojavayê Kurdistanê bi giranî bombebaran kir. Bi gotina Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, di encama wê bombebaranê de, 20 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.

Herwiha pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê û YPGê bo çend rojên paşê jî berdewam bûn, û ji ber jî Amerîkayê leşkerên xwe li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê bicih kir.

Rudaw
Top