HSD 6 taxên din yên Tebqayê kontrol dike
Di berdewamiya operasyona rizgarkirina Tebqayê de HSD ji şeva borî ve karîn taxên Mehacî, Boserab, Ebû Eyş, Kenîseya Aşûriyan, Kesar û Mesher rizgar bikin û dest bi paqijkirina wan taxan ji bombeyan dikin.
Li gor ragihandineke HSDê di rizgarkirIna wan 6 taxan de 14 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hin çek jî hatine bidestxistin.
Operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî ji aliyê HSDê ve destpê kiriye û roja 15 vê mehê karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe.
Şervanê HSD Xelîl Setam pêr ji K24ê re gotibû: “Niha em li bajarê Tebqayê ne û hewl didin ber bi navenda bajêr ve biçin. Heta niha me kariyê ji sedî 50 ji bajêr kontrol bikin.”
Bajarê Tebqayê girîngtirîn û mezintirîn bajarên girêdayî parêzgeha Reqayê ku DAIŞ di wir de xwedî hêz bû. Li gorî fermandariya HSDê, ku bi kontrolkirina Tebqayê re, rizgarkirina Reqayê hêsan dibe.
K24
