Cîgirê serfermandarê Pêşmerge: Amerîka dijî alozî li Şingalê û navçeyên Kurdistanê ye!
Salar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Du sal li ser bi dawî hatina erkê Pêşmerge li Kobanê derbas bû û dema ku vegeryan bo Kurdistanê erkê xwe li rojavayê Kurdistanê temam bibû û nebûn pirsgirêk bo navçeyê, lê mixabin wa çend sale PKKê dest daniye ser beşek Şingalê û naxwaze vala bike û gelek car me agahdar kirine û ti deng ji wan derneket, naha jî Amerîka hatiye ser xetê û naxwazin pirsgirêk li Şingalê û herêma Kurdistanê pêkbê, ji ber vê divê PKK li peyama Amerîkayê têbigehe û nebe pirsgirêk li bajêr.’’
Herwaha got: ‘’Pêwîstbû PKK bê daxwaza me Şingal vala kiriba, ji ber nabe hêzek hemû aliyek daxwaza vekêşînê lê bike û xwe venekşîne. ‘’
Basnews
