• Saturday, 21 February 2026
logo

Mire Êzîdîyan digel rizgarbûyên destê Daişê kombû

Gulan Media April 30, 2017 Nûçe
Mire Êzîdîyan digel rizgarbûyên destê Daişê kombû
Mîrê Êzîdîyan li cîhanê û civata rohanî ya Êzîdîyan îro li perestgeha Laleşê digel bi sedan rizgarbûyên destê Daişê kom bûn.

Li gorî zanyarîyên War, îro saet 11 li perestgeha Laleşê, Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzîdîyan li cîhanê, digel nêzîkî 300 rizgarbûyên destê Daişê kom bû û gotarek bo wan pêşkêş kir.

Kombûna mîr Tehsîn Beg digel rizgarbûyan li demekî ye, doh 36 jin û zarokên din yên Êzîdî yên Şingalê bi alîkarîya hêzên pêşmerge hatibûne rizgar kirin.

Amarên fermî jî amaje dikin, nêzîkî 6 hezar Kurdên Êzîdî ketibûn dest Daişê û heta niha nêzîkî 3 hezar ji wan hatine rizgar kirin.

War.tv
Top