• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Mexmûrê PKK zarokan perwerde û rahênan dike Featured

Gulan Media April 29, 2017 Nûçe
Li Mexmûrê PKK zarokan perwerde û rahênan dike Featured
Çavkaniyek paye bilind dibêje: ‘’Demeke çekdarên PKKê li sînorê Mexmûr û Şingalê di hatûçûnê de ne û beşek ji piraniya zarokên çekdar ji Mexmûrê ve birine Şingalê.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji Mexmûrê ve bi dest ketine, di nav Mexmûr û çend navçeyeke qampên kurdên bakûr li Mexmûrê (di bin desthilata PKKê de ye) PKK perwerde û rahênanê bi zarokan dike û wan dike çekdar. Heman demê de ew zarokên ku dikarin biçin bo binke û eniyên şer di bin navê kesên sivîl de bo Şingal û ji wê derê ve jî bo rojavayê Kurdistanê tên rêkirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, beşek ji wan zarokane ji wargeha Xanesorê ya li sînorê Şingalê ve hatine birin. Dervey wê jî piştî bombebarana Tirkiyê ya ser PKKê li Şingalê, meyîtek ji wan kesane bûye li bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye û rûniştvanên qampa Mexmûrê bûye.

Vê derbarê de rêveberê binkeya asayîşa Mexmûrê Milazim Karzan Husên zanyariyên derbarê perwerde û rahênana zarokan ji aliyê PKKê ve piştrast kir û ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa çekdar kirin û perwerde kirina zarokan ji aliyê PKKê ve heye û li qampa Mexmûr û cîhên din jî wî karî dikin.’’

Herwaha got, çekdarên PKKê ji Şingalê ve bo qampa Mexmûrê û ji qampê jî bo Şingalê di tevgerê de ne.

Basnews
Top