Fermandeyekî Pêşmerge: Xurmatû di bin êrişên terorîstên DAIŞê û Heşda Şeidî de ye
Fermandeyê tabûra 4 ya Pêşmerge li Xurmatû, Ebdulrehman Mûsa ji BasNewsê re got, salek e hêzên Pêşmerge bajarê Xurmatû li hember êrişên terorîstên DAIŞê û çekdarên Heşda Şeibî diparêzin.
Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha got, ev demek e li Xurmatû teqîn û revandin zêde bûne. Çekdarên DAIŞê êdî nikarin şerê Pêşmerge bikin ji ber wê jî mîn û bomban datînin pêşiya Pêşmerge.
Îro danê sibê di navbera gundên Hilêwe û Elbûsebah yên Xurmatû de bombek teqiya, di encamê de 2 pêşmerge birîndar bûn ku rewşa yekê baş nîne.
Basnews
