• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Stenbûlê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokomarê Tirkiyeyê civiyan

Gulan Media April 29, 2017 Nûçe
Li Stenbûlê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokomarê Tirkiyeyê civiyan
Di çarçoveya serdana xwe de bo Tirkiyeyê û beşdarîkirin di korbenda Atlantîk ya enerjiyê de li Stenbûlê, êvariya roja înê 28.04.2017ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê civiya.

Di civînê de, serokomarê Tirkiyeyê sersaxî ji malbatên şehîdên pêşmerge yên di encama bombebarankirina baregayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li çiyayê Şingalê şehîd bibûn û hijmarek din ya pêşmergeyan birîndar bibûn, sersaxî xwest û berheviya welatê xwe ji bo hevkarî û alîkariyek hebe, bi taybetî çaresekirina birîndaran li nexweşxaneyên Tirkiyeyê, nîşan da.

Erdogan tekîd kir ku armanca wan bombebarankirina baregayên pêşmerge nebû û ew bombebaran bi şaşî çêbû û dilgiraniya xwe jî li hember wê şaşiyê diyar kir.

Erdogan got ku ew qebûl nakin baregayên PKKê li çiyayê Şingalê hebin û pêwîste hemû alî bi hev re lêbixebitin ku PKK ji wê deverê derkeve û baregayên xwe çol bike. Serokomarê Tirkiyeyê di axaftina xwed e diyar kir ku, têkeliyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê di hemû waran de têkeliyên mokim û saxlemain û Tirkiye giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dide û aramiya wê jî bilind dinirxîne.

Di civînê de, pirosesa rizgarkirina Mûsilê û rola Herêma Kurdistanê di wê operasyonê de û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji hemû deveran û ji hemû pêkhateyên olî û neteweyî hat gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de serokomarê Tirkiyeyê tekîd kir ku welatê wî dê li ser alîkarikirina Herêma Kurdistanê berdewam be û, herwesa, tekîd li ser çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya diyalog û danûstandinan kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya têbînî û zelalkirinên Erdoganî kir û dilgiraniya xwe jî li hember bûyera Şingalê nîşan da û tekîd li ser dubarenebûna bûyerên bi wî awayî kir û daxwaz kir ku PKK ji wê deverê derkeve.

Li dor têkeliyên dualî jî, serokwezîr got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwaze têkeliyên xwe digel Tirkiyeyê di hemû waran pêşde bibe.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekir ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Bexda û Hewlêrê de divê diyalog û danûstandinên cidî dest pê bikin. Di destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê de Herêma kurdistanê bi her awayî alîkarî û hevkariya arteşa Îraqê kir û ji bona binbirkirina terorê encamên baş hebûn.

Top