Eşwaq Caf:Îsal referandom bi hemahingî li gel Hikumeta Fedral tê encamdan
Parlamentara Kurd di Parlamentoya Iraqê li ser lîsteya Partî de Eşwaq Caf ragehand ku, Herêma Kurdistanê li ser encamdana referandomê bo serxwebûnê rijde, da zanîn ku, referandom bi hemahingî li gel hikumeta Iraqê tê kirin.
Wê parlamentara Kurd tekez kir ku, divê dema danûstandinan were destnîşankirin û nabe weke şêweyê danûstandinên berî niha be ku, 13 salan dirêjkirin û heta niha jî dose di navbera Hewlêr û Bexda yekalî nebûne.
Herwiha Parlamentara Kurd di Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf got ku, hikumeta Iraqê nikare rêgiriyê li pêşiya referandomê bigre, ji ber ku, ew yeke mafekî destûriye û yasaya cîhanî dûpatî li ser wê yekê kiriye.
Basnews
