• Saturday, 21 February 2026
logo

Ogûtçû: Bi serxwebûnê, Kurdistan dê bibe aktorek giring li cîhanê

Gulan Media April 28, 2017 Nûçe
Ogûtçû: Bi serxwebûnê, Kurdistan dê bibe aktorek giring li cîhanê
Rêvebirê Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî û Nûnerê OECD Mehmet Ogûtçû di derbarê çavkaniyên enerjiya Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand, ku eger Kurdistan serbixwe bibe, ew çavkanî awantajeke mezin dixe destê Kurdan û ew dikarin li bazara cîhanî bibin aktorek.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê Lîtkeya Eenerjiyê birêve çû û têde behsa çavkaniyên xwezayî yên enerjiyê li Herêma Kurdistanê hat kirin. Herwiha beşdarbûyan behsa asta berhemanîna gazê û çawaniya firotina wê kirin.

Rêvebirê Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî û Nûnerê OECD Mehmet Ogûtçû di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de, li ser giringiya çavkaniyên enerjiya Herêma Kurdistanê axivî û ew çavaknî weke awantajeke giring di destê kurdan de bi nav kir.

Mehmet Ogûtçû behsa egera serxwebûna Kurdistanê jî axivî û diyar kir, ku eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bîne, dê çavkaniyê enerjiyê ji kurdan re bibin awantajeke mezin û dê bikaribin ku li bazarên cîhanê bibin aktor.

Ogutçu got ji bo hinardekirina gazê yekem pîvan jî ewlehî ye û rêya herî bi ewle jî Tirkiye ye, da ku gaza Kurdistanê karibe bigihîje bazarên cîhanê.

Ogûtçû axavtina xwe wiha dom kir:

“Li Herêma Kurdistanê çavkaniyên gazê yên gelekî dewlemend hene. Bi taybetî jî Mîran û Binebavî. Wekî din jî li ser sînor çavkanî hene. Pirsgirêk derxistin û paqişkirina gazê û gîhandina bazarên cîhanê ye. Ger ku hun pêşwext pêymanan li gel pazarê nekin, gaza ku hun derxin jî bi kêrî tiştekî nayê. Me ew berî jî dît. Him li İraqê him li hin welatên din. Niha projeya herî girîng projeyên li Mîran û Bineavê ye. Ew peyman li gel Enqereyê hatibûn kirin. Peymana kirînê temam bû. Niha maye veberhênaniya pêwîst û derxistina gazê. Di vir de pirsgirêkek heye. Derdorên fînansî yên navdewletî Herêma Kurdistanê weke welatekî desthilat û serbixwe nasnakin. Ji bo wê jî dudil in da ku kre fînansê pêşkêşî herêmê bikin. Li aliyê din Hikumeta Erbîlê, nedikarî ku heqê fînansorên navdewletî di dema xwe de bide. Derengmayîna deynan çend caran hat rojevê. Ew jî baweriyê dişkîne. Bi ya min ji bo veberhênaniya derxistina gazê divê Tirkiye û welatên weke Çînê bêne vexwendin. Hatina şîrket û welatên mezin hinekî zehmet e.

Li gorî hesabên ku me kirine. Eger ku niha dest bi veberhênaniyê bê kirin di nava 3 salan de pêkan e ku hilberîn jî dest pê bike. 2 sal an 3 sal divê. Heta wê demê hilberîna 3 milyar metre kup pêkan e. Pişt re ew rêje dikare bigiîhije 10 milyar metre kup. Ew jî rêjeyeke kêm nîn e. Weke tê zanîn Li Behre Şah ya li Azerbeycanê bi giştî 16 miyar metre kup e. Ger ku ji Herêma Kurdistanê 10 milyar metre kup gaz bê stendin ew ji bo Tirkiye derfeteke gelekî mezin e. Ji ber ku Tirkiye dixwaza neçariya xwe ya li gel Rûsyayê kêm bike. Gaza Rûs ji bo Tirkiye gelekî bihaye ji ber ku di binê behrê re tê. Lê gaza Mîran û Binebavê ji bo Tirkiye gelekî nêzik e, erzan e û qelîtetir e ji gaza Rûsan jî. Herwiha pêdiviya Herêma Kurdistanê bixwe jî bi gazê heye. Weke tê zanîn li wir hilberîna elektrîkê bi neftê tê kirin. Ger ku Kurdistan veguhestina vê ya ji bo gazê bike, beşeke mezin ji wê gazê li wir jî bi kêr tê.

Binêrin, ger ku ez li şûna Rûsya, Îran û Azerbeycanê bim, minê nexwesta ku gaza kurdan bê derxistin. Ji ber ku ew dibe rikeberê gaza min. Erzantir e, nêziktir e. Hun dikarin bi xeteke boriyan a 300 km bigînin Tirkiye. Ew jî dihêle ku bazara Rûs, İran û Azarbeycanê têkeve kêmasiyê. Bo Tirkiye derfeteke gelekî baş e. Li gîhandina bazara cîhanê meseleyeke din e û demek dirêj divê. Rêyek ew e ku ew gaz bi ser Ceyhanê re bigîhije cîhanê. Li Ceyhanê hun dikarin tesîsekî çêkin û bişînin. Wekî din TANAP heye. Ew gaz dikare bigîhije TANAPê û bi vê rê bigihîje Ewropa. Ger ku daxwaz ji Ewropa jî hebe. Lê yekem pêdivî ya Tirkiye ye.

Gihandin û hinardekirina gazê meseleyeke girîng ya jeostratejîk e. Divê hun ewlehiya wê jî dêynin. Ku nebe baweriya kesî bi we nayê. Di vir de dîsa hevkariya Tirkiye û KRG divê. Divê PKK, meseleyên li Sûrî û PYD jî li ber çavan bê girtin. Divê KRG di warê ewlehiyê de jî hin tiştan bike. Ku nebe, Tirkiye jî nabe şîrikê ev meselaya girîng.

Ji bo ku gaz bigîhije qada navdewletî pêdivî bi Tirkiye heye. An jî qenalên din. Bo mînak Îran û Suriye jî alternatîfek e. Lê rêya herî ewle Tirkiye ye. Ger ku meseleya ewlehiyê di nava herdû aliyan de çareser bibe, rêya erzan û ewle ev e. Li aliyê din ji bo hinardekirina gazê her meh pêdiviya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi milyon dolarek pere heye. Niha ew çavkanî jî nîn e. Ji b ovan hemû meseleyan û ji bo ku daxwaza tirkiye jî heye, rêya herî goncav ev e. Di dahatuyê de ger ku Serxwebûna Kurdistanê di rojevê keve, divê qanîkirina Tirkiye, Îran, İraq û Suriye jî hebe. KRG jî di vir de polîtîkayeke aqilane dimeşîne û tevî hêzên mezin jî berev bi serxwebûnê ve diçe. Wê demê petrol û dewlemendiya gazê û çavkaniyên enerjiyê ewê awantajeke mezin têxe destê Herêma Kurdistanê.”

Rudaw
Top