• Saturday, 21 February 2026
logo

DÊRSIM - 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media April 28, 2017 Nûçe
DÊRSIM - 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan
Li Drêsimê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şerekî giran derket û di encamê de 9 gerîalyên PKKê jiyana xwe ji dest dan. Herwiha 2 gerîla jî birîndar bûne, ku di bin rêkarên tund ên ewlehiyê de bo Nexweşxaneya Dewletî ya Dêrsimê hatin veguhastin.

Li Dêrsimê operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê berdewam dike.

Hat zanîn, li devera Izilmescit a girêdayî navçeya Pilemûrê û herwiha li devera Alibogaz a girêdayî navçeya Çemişgezekê operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî PKKê dom dikin.

Li gorî agahiyan li her du deveran di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şer û pevçûn derketine.

Li gorî medyayên Tirkiyê, di encama pevçûnên li navçeya Pilemûrê de 7 gerîalyên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin, ew gerîla di encama êrişên esmanî de hatine kuştin.

Herwiha li devera Alibogaz a ser bi navçeya Çemişgezekê ve jî di encama pevçûnan de, 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û 2 gerîla jî birîndar bûne.

Her li gorî agahiyên ji medyayên Tirkiyê, her li heman deverê 8 gerîlayên PKKê jî xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê kirine.

Her 2 gerîlayên PKKê ku di şer de birîndar bûne, di bin rêkarên tund ên ewlehiyê de bo Nexweşxaneya Dewletî ya Dêrsimê hatine veguhastin û piştî çareseriyên destpêkê yên pizîşkî hatiye gotin, ku rewşa tendirustiya wan baş e.

Rudaw
Top