• Saturday, 21 February 2026
logo

7 saziyên sivîl: Bila PKK û Tirkiye Başûrê Kurdistanê nekin meydana şerê xwe

Gulan Media April 26, 2017 Nûçe
7 saziyên sivîl: Bila PKK û Tirkiye Başûrê Kurdistanê nekin meydana şerê xwe
Li bajarê Zaxo, komek saziyên sivîl gazî PKK û Tirkiyê kirin, Herêma Kurdistanê nekin meydana şerê xwe.

7 saziyên sivîl li Zaxo li ser bordûmana çiyayê Şingalê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve û şehîdbûn û birîndarbûna komek Pêşmerge daxuyaniyek belav kirin

Li ser wê daxuyaniyê nûnerê saziyên sivîl li Zaxo Rezwan Sindî ji BasNewsê re got, 7 saziyên sivîl li Zaxo li hember aloziya ku di encama şerê PKK û Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê derketiye, nerazî nîşan dan. Em ji her du aliyan dixwazin Herêma Kurdistanê nekin meydana şerê xwe.

Rezwan Sindî her wiha got, em gazî berpirsên PKKê dikin; eger kurdiniyê dikin bila vegerin Bakûrê Kurdistanê û êdî karesatan bo gelê Başûrê Kurdistanê çênekin.

Nûnerê saziyên sivîl li Zaxo anî ziman, beriya ku PKK rastî nefreta gel were bila ji devera Şingalê derkeve.

Basnews
Top