Çar partiyên kurdî bang li PKKê kirin: Rê ji êrişên ser Kurdistanê re xweş neke
Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser êrişên roja sêşembiyê yên Tirkiyê bo ser Şingalê û Çiyayê Qereçoxê li Rojavyê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş dan.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirkiyê roja 25.04.2017an di beyanî de bi firokeyên şerî êriş birin ser Şingalê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê. Di encama van êrîşan de li Şingalê 5 pêşmerge, li Dêrikê jî çend şervan şehîd ketine, di herdu êrîşan de birîndar jî hene. Em van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.”
Har 4 partiyên Bakurê Kurdistanê amaje bi hevdembûna van êrişên Tirkiyê û amadekariyên referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanl dikin û binêjin, pêkanîna van êrişan di demek wisa de balkêş e.
Di daxuyaniyê de herwiha ew partiyên kurdî didin xuyakirin, ku hebûna PKKê rê li ber şer û destwerdanên neyarên kurdan li Kurdistanê bvedike û daxwaz ji PKKê dikin, ku hêzên xwe ji Şingalê vekişîne.
Daxuyanî wiha dibêje:
Di demekê de ku li Başûrê Kurdistanê amadekariyên referanduma serxwebûnê tên kirin, ev êrîş gelekî balkêş e. Em careke din bangî PKKê dikin ku rêzê li desthilatdarîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bigire û ji Şingalê vekêşe. Hebûna PKKê li Şingalê rê ji êrîş û têkdanên xêrnexwazên miletê Kurd re xweştir dike. Pêwist e Herêma Kurdistanê bi guftûgoyan hebûna PKKê li Şingalê safî bike ku êdî dewletên xêrnexwaz nikaribin bi van hincetan destdirêjîya Herêma Kurdistanê bikin.
Hereketa Azadî, PAK,PDK-Bakur, PSK herwiha amaje bi rewşa Şingalê û statura vê devera Kurdistanê dikin û tekez dikin: “Şingal Kurdistan e. Ew axa ku bi xwîna hezaran şehîdan hatîye rizgar kirin û tê parastin, tu kes dê careke din nikaribe bi Bexdayê ve girê bide.”
Her çar partiyên Bakurê Kurdistanê bang li Tirkiyê jî dikin, ku dest ji van cure êrişan berde û didin xuyakirin, pirsa Kurd û Kurdistanê bi van cure êrişan ji holê ranabe.
Partiyên Bakurê Kurdistanê wiha dibêjin: “Em bangî Dewleta Tirkiyeyê jî dikin ku dest ji van êrîşan berde.Bi şer û pevçûn û kuştin û êrîşan pirsa Kurd û Kurdistanê ji holê ranabe. Dewleta Tirkîyê divê rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd yên li her çar perçeyên Kurdistanê bigire. Hebûna PKKê li Şengalê ne meseleya Tirkîyeyê ye, mafê Tirkîyeyê tune bi vê hincetê êrişî Şengalê bike.”
Di daxuyaniya xwe de wan pariyan banga parastina destkevtên kurdan li her parçeyekê Kurdistanê kirine û tekez kirine: “Her Kurdekî li cîhanê, divê serxwebûn û destkeftinên li Başûrê Kurdistanê jî, yên li her çar perçeyên Kurdistanê biparêze. Divê ti siyaset rê ji plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê Kurd re xweş neke.”
Di dawiyê de jî, her çar partiyan, daxwaza rehmetê ji şehîdên van êrişan û hêviya şîfayê ji birîndaran re xwastine.
Rudaw
