Amerîka dilgiranîya xwe ji bo êrîşa Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê dîyar kir
Mark Toner, peyvdarê wezareta derve ya Amerîka ragîhand: îdara Amerîka pir dilgirane ji êrîşên esmanî yên Tirkîyê li bakurî Sûrîyê û Îraqê ku bê hemahengîya guncayî di gel Amerîka û hevpeymanîya dijî Daişê hatine kirin.
Toner dîyar kir jî ku Amerîka ev dilgranîya xwe rasterast gihandîye hikûmeta Tirkîyê.
Ji alîyê xwe ve serokê Tirkîyê piştrast kir ku welatê wî Amerîka agehdar kirîye berî êrîşên esmanî li Şingalê encam bide.
War.tv
