• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamentera êzîdî Viyan Dexîl: Bila hikûmeta Iraqê PKKê ji Şingalê derxîne

Gulan Media April 26, 2017 Nûçe
Parlamentera êzîdî Viyan Dexîl: Bila hikûmeta Iraqê PKKê ji Şingalê derxîne
Parlamentera êzîdî li parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ji hikûmeta Iraqê xwast, PKK ji Şingalê derxîne û pêşiya çalakiyên wan bigire.

Viyan Dexîl li ser bordûmana çiyayê Şingalê ji aliyê balafirên şer yên Tirkiyê ve daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku ji ber bordûman û êrişa balafirên şer yên Tirkiyê, tirsek mezin ketiye nav xelkê devera Şingalê ji ber wê jî carek din koçber bûn.

Dexîl daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirye, bi hevkariya Hewlêrê çekdarên PKKê ji Şingalê derxîne û pêşiya çalakiyên wan li wê devera Başûrê Kurdistanê bigire.

Wê parlamentera êzîdî daye xuyakirin ku kurdên êzîdî ti carî nahêlin devera wan ya wêrankirî cardin bibe meydana şer û aloziyên PKKê.

Balafirên şer yên Tirkiyê duh li çeperên PKKê yên li çiyayê Şingalê dan, di wê bûyerê de ziyan gihîşt Pêşmerge jî û komek pêşmerge şehîd û birîndar bûn.

Piştî ku Şingal ji aliyê Pêşmerge û bi fermandehiya Serok Barzanî hat rizgarkirin, çekdarên PKKê xwe li wê deverê bicîh kirin.

Basnews
Top