• Saturday, 21 February 2026
logo

KERKÛK - Boriya petrolê hate teqandin

Gulan Media April 26, 2017 Nûçe
KERKÛK - Boriya petrolê hate teqandin
Li Kerkûkê boriyeke petrolê bi bombeyekê vedayî hate teqandin lê tîmên agirvemirandinê zû destwerdana bûyerê kirin.

Rêveberê Polîsê Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand; “Îro danê sibê 26-04-2017, boriyekê petrolê ya di navbera gundê Dirkeya Ereb û Sartkê ya nahyeya Sergeranê de hate teqandin û agir pê ket.”

Rêveberê Nahyeya Sergeranê Loqman Husên jî da znaîn, ku demjimêr 02.30ê îro danê sibê bi rêya bombeyekî vedayî xeta boriya ku diçe Kêlgeha Bay Hesen hatiye teqanidn û tîmên wan zû gihiştine cihê bûyerê.

Loqman Husên diyar kir, ku di dema destwerdanê de mayineke din di tîmên wan de teqiye lê ti ziyaneke canî peyda nebûye.

Husên got; “Demjimêr 03:30 tîmên me gihitşine û bi temamî agir hatiye kontrolkirin. Niha ji bo veguhestina petrolê ev borî tê çêkirin.”

Berpirsê Pêwendiyên Şîrketa Kargrûbê Hacî Roj jî got; “Tîmên me nija vê boriyê temîr dikin. Proseya berhemanîn û hinartina petrolê berdewam dike û rewş aram e.”

Rudaw
Top