• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Ermen û Tirkan hezar salî bi hev re mane

Gulan Media April 25, 2017 Nûçe
Erdogan: Ermen û Tirkan hezar salî bi hev re mane
Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan ji ber komkujiya Ermeniyan peyamek belav kir û got, bi mîlyonan welatiyên Împaratoriya Osmanî di mercên tengezar de canê xwe jidest dane û bo hemûyan ji Xwedê daxwaza rehmetê kir.

Erdogan, bo merasîma Patrîkxaneya Ermeniyên Stenbolê peyamek şand û got, Ermeniyên Osmaniyan ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de canê xwe jidest dane îsal jî bi rêzdarî bibîr tîne û bo malbatan jî sersaxiyê dixwaze.

Erdogan da zanîn, xelkê Ermen û Tirk hezar sal, di ser vê erdnîgariyê de milbimil mane û dîrok û çandeke hevpar parvekirine.

Erdogan got, ew nahêlên zext û fişar li ser yek welatiyekî Ermenî bê kirin û amade ne ku hemû xizmetguzariyan bo welatiyên xwe bikin.

K24
Top