• Saturday, 21 February 2026
logo

Deverdarê Şingalê: PKKê ji bombebarana frokeyên Tirkîyê berpirse

Gulan Media April 25, 2017 Nûçe
Deverdarê Şingalê: PKKê ji bombebarana frokeyên Tirkîyê berpirse
Deverdarê Şingalê ragîhand; PKKê ji bombebarana frokeyên Tirkîyê berpirsîyare û pêwîste zû Şingalê vala bikin.

Mehma Xelîl deverdarê Şingalê ji bo War got: bi hemû rêyan hikûmeta herêmê û xelkê Şingalê daxwaz ji PKKê kir Şingalê vala bike û nebe egerê şer û alozîyan li deverê, lê PKKê gohdarîya kesê nekir, taku frokeyên Tirkîyê bombebarana Şingalê kir.

Got jî: PKKê berpirsîyare ji bombebaranên Tirkîyê û pêwîste zêdetir xelkê deverê bê hêvî neke û herzû hêzên xwe vekşîne, daku dever aram bibe û bê avakirin.

War.tv
Top