Serokê encumena Şingalê: PKKê nehîşt em pêşmergeyên birîndar bibin nexweşxanê
Derengiya şeva borî balafirên şer yên Tirkiyê li devera Sinûnê ya Şingalê êrişî çeperên PKKê kirin. Di wê bûyerê de 5 pêşmerge şehîd bûn û komek pêşmerge jî birîndar bûn.
Li ser wê bûyerê serokê encumena Şingalê Weys Nayîf ji BasNewsê re got, dema me pêşmergeyên birîndar dibirin nexweşxanê çekdarên PKKê pêşiya me girtin ji ber wê jî em neçar man rêya xwe dûr bikin û birîndaran bibin Duhokê.
Weys Nayîf her wiha got, salek e em ji PKKê dixwazin ji Şingalê derkeve lê PKK guh nade me. Ew tişta ku jê ditirsiyan hat serê me, Şingalê rastî bordûmana Tirkiyê hat û komek pêşmerge şehîd bûn. Armanca wan ew e Şingal ji hev belav bibe.
Ji aliyekî din, rêveberiya tenduristiya Duhokê ragihand, heta niha 7 pêşmergeyên birîndar gihîştine nexweşxaneyê.
Basnews
