Wezareta pêşmerge: Bombebarana cihên pêşmerge ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûl kirin
Helgurd Hikmet, peyvdarê wezareta pêşmeger di beyanekê da ragîhand; cihê daxê ye, bombebarana Tirkîyê, li Şingalê, zîyan û wêrankarî gihandîye, 5 pêşmerge şehîd kirine û 9ê din jî birîndar kirine, tekez kir jî; bombebaran kirina cihên pêşmerge ji alîyê frokeyên Tirkîyê ve bi çi rengekî qebûl nakin.
Di ragîhandina wezareta pêşmerge da hatîye; hemû pirsgirêkên nawçeya Şingalê ji egera hebûna PKKê ye li wê nawçeyê, herwesa daxwaz jî kir ji çîyayê Şingalê derkevin, her wek pêştir çend caran ew daxwaz hatîye kirin û PKKê gohdarî nekirîye.
Herwesa daxwaz jî ji PKKê kir hêzên xwe ji çîyayê Şingalê û derdorên wê vekêşîne û nebin egerê ne aramî û alozkirina pirsên deverê.
War.tv
