Peyma hikûmetê di bîranîna karesata Qeladizê de
Îro, piştî 43-ê salan ji wê tawna hovane ya rijêma Basê, bi xêra xûna şehîd û mêrxasiya pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê û îradeyke bê hempa ya ji bo pêşkeftinê, Kurdistan xwediya bi dehan zanîngeh û navendên xwendin, zanist, fêrkirin û pêgehnaidnê ye û her sal bi hezaran kurên Kurdistanê di hemû waran de ji bo xizmet, avadankirin û pêşxistina welêt amade dikin.
Di vê bîranînê de ku pêşmergeyê mêrxas û hêzên emnî û xwebexşên Kurdistanê, bi can û xûna xwe Herêma Kurdistanê ji metirsî û gefên terorîstan rizgar kir û teror û terorîst jinav diçin, bi xêra xûna şehîdên nemir yên Qeladizê û hemû şehîdên Kurdistanê, gelê me pêngavên mezin ber bi bidestxistina timama mafên xwe yên adil diavêje û bi hêviyek mezintir çav li paşerojeke geştir e.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîd dike ku, weke hertim, ew ji bona wan armancên ku bi hezaran kurên Kurdistanê canê xwe jê re kiriye qurbanî û di wê rê de xûn daye, kar dike û daxwazê ji hikûmeta Îraqa Federal dike ku, wezîfeya xwe ya exlaqî û qanûnî bi cî bike û lêqewmiyên hemû karesatên bi ser gelê kurd hatine tawîz/qerebo bike,
Nemirî ji bo canê paqijê şehîdên Qeladizê û hemû şehîdên Kurdistanê
Civata Wezîrên herêma Kurdistanê
24.04.2017
