Hêzên Pêşmerge yên YNKê û PDKê dibin yek!
Berpirsê Yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge dibêje, di demeke nêzîk de artêşek ji hêza Pêşmerge ya yekgirtî û perwerdekirî dirust dibe.
Yekîneya 70 ku ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ya 80 ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ne. Hejmara herdu hêzan jî dora 120 hezar Pêşmerge ne. 43 hezar Pêşmerge jî ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne.
Amerîka û bi agahdariya Iraqê, nêzîkî 200 milyon dolar çek û alavên leşkerî şanda Herêma Kurdistanê, Lîwayekî Wezareta Pêşmerge jî dibêje, bi yekgirtina Pêşmerge, welatên hevpeman bi piştevanî û alîkarkirina Pêşmerge berdewam dibin.
Basnews
