• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK û YNK çend biryarên hevbeş der kirin

Gulan Media April 24, 2017 Nûçe
PDK û YNK çend biryarên hevbeş der kirin
Duh careke din mekteb siyasî ( pîlotburoyên) partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê li Selahedînê civîneke din bi Serokatiya Serok Barzanî lidar xistin.
Di civîna han de yaku weke berdewama civînên berê yên di navbera wan her du aliyan û aliyên diyên Kurdistanê ên bo giftûgo kirin li ser refrandûmê ye, çend mijarên girîng hatin giftûgo kirin û piştî civînê jî daxuyaniyeke hevbeş derbarê naveroka civînê de ji raya giştî re hate pêşkêşkirin.
Li gor daxuyaniya hevbeş di civîna îro de behsa sê mijaran hatiye kirin ku mijara yekem taybete bi rewşa navxweyî ya Kurdistanê û herwiha çareser kirina kêşe û arîşeyên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha baştir kirina rewşa jiyana xelkê Kurdistanê. Herwiha behsa hewldanên şandeye hevbeş ya aliyên Kurdistanî hatiye kirin ku biryare bo giftûgo kirin derbarê rewşa Kerkûkê de serdana Bexdayê bike.
Mijara dudiyan jî her du aliyan tekez li ser encamên civînên berê û ew mijarên ku weke mijarên serekî hatibûn destnîşankirin kir û hate gotin ku lazime komîteya refrandûmê were damezrandin û dema refrandûmê jî were diyar kirin.
Çavetiya çalak kirina parlementoya Kurdistanê bi awayek ku di xizmeta berejwendiyên netewî û prosesa refrandûmê de be.
Mijara sêyem jî pêk hatibû ji giftûgo kirin derbarê nexşerêya YNKê de û hate gotin lazime PDK bi berfireyî li ser nexşerêya han lêkolîn bike û pişt re jî bersifa YNKê bie.
Top