• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêmin Hewramî: Biryara encamdana referandomê nayê guhertin û îsal wê bê kirin

Gulan Media April 24, 2017 Nûçe
Hêmin Hewramî: Biryara encamdana referandomê nayê guhertin û îsal wê bê kirin
Şîretkarê serokê herêma Kurdistanê ragîhand; gelê Kurd piştrast dikin ku biryara refrandomê ya hetmîye û îsal referandom wê bê kirin.

Hêmin Hewramî şîretkarê taybet yê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê got: herêm rijde li ser encamdana referandomê û biryara wê hatîye dan, îsal ew pirs wê bê yekalîkirin û pêwîste alîyên sîyasî alîkar û piştevan bin, ji berku referandom û serxwebûn, pirsek Neteweyî Niştîmanî ye.

Got jî: biryara serokê herêmê û serkirdayetîya sîyasî ya Kurdî divê derbarê da gelek ron û aşkereye û biryara referandomê biryarek hetmîye.

Hewramî da zanîn jî: gelek hewl ji bo ragirtina vê pirsê hene, hindek dibêjin niha dem negcayî ye û rewşa darayî û sîyasî ya Kurdistanê guncayî nîne, hindek dibêjin hûn nikarin xwe birêve bibin, lê pirsîyar ewe eger îsal refrandom neyê kirin, kengî demê referandomê ye? kî dikare bawerîyê ji bo serkirdayetîya Kurdî çê bike ku niha demê vê pirsê nîne.

War.tv
Top