• Saturday, 21 February 2026
logo

Di nav mehekê de 12 kolberên Rojhilatî mirine û 11 jî birîndar bûne

Gulan Media April 23, 2017 Nûçe
Di nav mehekê de 12 kolberên Rojhilatî mirine û 11 jî birîndar bûne
Di heyama mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 12 kolber can dane ku 4 ji wan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ji Newroza îsal heta niha herî kêm 12 kolberên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê di encama bûyerên cuda de can dane.

4 ji wan kolberan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, 4 kolber di bin aşûtê de can dane, 3 kolber jî di zinaran de ketine û can dane, yek jî di nav avê de xeniqiye.

11 kolber jî birîndar bûne ku 10 ji wan bi fîşekên hêzên Îranê birîndar bûne yek jî ji ber sermayê birîndar bûye.

Basnews
Top