• Saturday, 21 February 2026
logo

DUHOK – Konferansa navdewletî ya ‘Kurdistana Piştî DAIŞê’

Gulan Media April 23, 2017 Nûçe
DUHOK – Konferansa navdewletî ya ‘Kurdistana Piştî DAIŞê’
Îro li Zanîngeha Duhokê, di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de yekemîn konferansa zanistî û navdewletî ya derbarê “Kurdistana piştî DAIŞê û pirsa sînoran” tê sazkirin.

Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand; “Îro li Zanîngeha Duhokê yekemîn konferansa zanistî û navdewletî ya derbarê “Kurdistana piştî DAIŞê û pirsa sînoran” tê sazkirin. Ev konferans di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de tê pêkanîn.”

Nasir Elî da zanîn, ku dê konferans du rojan bajo û hejmareke panelîstan ji asta Başûrê Kurdistanê û navdewletî, herwiha hejmareke mêvanan jî beşdar bibin.

Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê diyar kir, ku demjimêr 09:30ê li Zanîngeha Duhokê, Navenda Bêşîkçî ya ji bo Lêkoînên Mirovatiyê hate vekirin.

Di konferansê de Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî jî amade dibin.

Yek ji berpirsê birêxistina konferansê Adil Mizîrî ji Rûdawê re got; “Me çendîn akademîst, vekoler û dostên kurdan vexwendiye vê konferansê. Em dixwazin pisporên dostên kurd ên lêkolînên dîrokî û civakî dikin, di vê konferansê de nêrînên xwe parve bikin.”

Mizîrî da zanîn, ku dê dîrokzan û rewşenbîrê navdar Îsmaîl Bêşîkçî beşdarê konferansê bibe û derbarê “zanîngeh, referandûm û serxwebûnê” de gotarekê pêşkeş bike. Herwiha lêkolînerê amerîkî Michael Kuanter jî dê di konferansê de biaxive.

Rudaw
Top