YNK û PDK bi serokatiya Barzanî civiyan
Qasekî beriya niha civîna YNK û PDKê li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê bi serokatiya Serok Barzanî dest pê kir.
Li gorî agahiyên BasNewsê, di civînê de referandom, nexşerêya YNKê û pêwendiyên navbera YNK-Gorran û PDKê tên axaftin.
Şanda PDKê ji Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî û endamên polîtburoyê Mesrûr Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî pêk hatiye, şanda YNKê jî cîgirê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî, berpirsê polîtburoyê Mela Bextiyar û endamên polîtburoyê Qadir Hemecan, Omer Fetah, Aso Mamend û Rizgar Elî pêk hatiye.
Basnews
